Ji bo 34emîn salvegera helbestvanê mezin Cegerxwînî wê li Stenbolê şeveke rêzgirtinê çêbibe. Bernameya şeva rêzgirtinê ji hêla Komeleya Elewiyên Demokrat, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye amadekirin.
Li gorî bernameya ku van saziyan belav kiriye wê di Şeva Rêzgirtinê de şanoger Kemal Ulusoy pêşkêşvaniyê bike. Her wiha Omer Farûk Yekdeş wê li ser jiyan û berhemên Cegerxwînî biaxive. Ahmet Telli (vîdeo), A. Hicri İzgoren, Azad Zal, Firat Cewerî, İlhamî Sîdar, Mehmet Sait Arzu, Nesimi Aday, Orhan Alkaya, Roza Metîna, Sezaî Sarioglû (vîdeo), Şükrü Erbaş (vîdeo) wê helbestên Cegerxwînî bi kurdî û tirkî bixwînin.
Peyama nivîskar Rojbîn Perîşanê jî wê bê xwendin ku ji girtîgehê hatiye şandin. Di çarçoveya bernameyê de wê ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rûken Yilmaz stranan bistirê û koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê şanoyekê pêşkêş bike.
Bername wê 18ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê li Bakirkoyê, li Navenda Opera û Çandê ya Leyla Gencerê bi rê ve biçe û wê saet 18.00ê dest pê bike.
Derbarê Cegerxwînî de*
Helbestvanê kurd ê herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Amedê di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibe seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketine. Gelek helbestên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûne, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kiriye. Di 1979an de li Swêdê bi cî bûye. 22yê Cotmeha 1984an çûye ser dilovaniya xwe. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişloyê de ye.
Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî yê neçapbûyî hene.
Berhemên Cegerxwînî**
Helbest: Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, (1945 Şam), Dîwana duyem: Sewra Azadî, (1954 Şam), Dîwana sêyem: Kîme Ez? (1973 Beyrûd), Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû (1980), Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû (1982), Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû (1983 Stockholm), Dîwana heştem: Aştî, Weşanxana Kurdistan (1985 Stockholm),
Ziman û Ferheng: Destûra Zimanê kurdî, (1961 Bexda), Ferheng, perçê yekem,(1962 Bexda), Ferheng, perçê diwem,(1962 Bexda),
Wergerên wî: Kurd. Basîl Nîkîtîn, Mînoriskî, Leyla û Mecnûn, Ûsiv û Zelîxe, Çîroka Xortê îranî, Dewleta Mahabadê, Kêferat Li Ser Kurdistanê, Xalifîn, Baqismatê Reş
Dîrok: Çend Şoreşên kurdên kevnare, Destûra Kurdistanê, Dewleta Eyûbî Li Yemenê, Tarîxa Benî Eyûb perçê 1-2-3 (FD)
* Me zanyariyên derbarê biyografiya Cegerxwînî de ji malpera weşanxaneya Avestayê berhev kir
** Me zanyariyên derbarê berheman de ji malpera buyyerpres.com ê wergirt.