Ji bo salvegera 26ê ya koça dawî ya Şakiroyî wê bernameyeke bibîranînê li dar bikeve.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çandê ya Golgeyê (GKM), ji bo Şakiroyî bibîr bînin, wê wê 24ê Hezîranê bernameyekê pêk bînin.
Bername wê li Bakirkoya Stenbolê, li Navenda Çandê ya Cem Karacayî di bin navê "Şeva Bîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro" bi rêve biçe. Bername wê saet di 19.00an de dest pê bike û helbestvan-nivîskar Mûrathan Mûngan axavtina destpêkê bike. Dengbêj Zahiro, Kazo, Xênî, Salihê Qubînî, Hediya, Eylul Nazlier û Erhan Kaya jî wê bi stran û kilamên xwe beşdarî bernameyê bibin.
Di beşa dudoyan a bîranînê de wê civînek li ser giringiya dengbêjiyê di çanda kurdî de pêk bê. Di vî beşî de wê Ciwan Haco, lêkolîner-berhevkar Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn, Hozan Marûf û Hozan Şemdîn jî bi rêya vîdeo konferansê tevli bernameyê bibin û behsa girîngiya dengbêjiya Şakiroyê bikin.
“Şakiro, bîra kurdî ye”
Hunermendê NÇMyê Engîn Denîzî ji Ajansa Mezopotamyayê re behsa Şakiroyî û bernameyê kiriye. Denîzî destnîşan kiriye ku dengbêj Şakiro ji bo kurdan nûnerê kevneşopiyeke dîrokî ye û di heman demê de bîra kurdan e. Denîzî diyar kir ku cara ewil e wê ji bo Şakiroyî çalakiyeke berfireh li dar bixin û wê di çalakiyê de di şexsê Şakiroyî de hemû dengbêjên koç kirine bibîr bînin. Denîzî gotiye, dengbêjên ku herî zêde çanda dengbêjiyê temsîl dikin yek jê Şakiro ye û wê bi vê bîranînê bersiva zext û çewisandinên li ser kurdî jî bidin. (FD)