Polîsan vê sibehê li navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) jî di nav de 6 kes di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê navên kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Hevberdevka Herêma 1emîn a DEM Partiyê Dîlber Demîr, rêveberê DEM Partiyê Yusuf Meniye, rêveberê DEM Partiya Navçeya Arnavutkoyê Hayrettîn Erîklî, rêveberê DBPê Mustafa Kizilkaya, xebatkarê HDKê Şamîl Altan, rêveberê MATUHAY-DERê Kalo Bozutmak.
Kesên hatin desteserkirin birin Emniyeta a Stenbolê.
Mêrdîn
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Rêveberên HDPê yên berê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogûllari û Yasemîn Demîrkaya jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Mêrdînê.