Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Stenbolê li ber stada Beşiktaş Vodafoneyê teqîneke mezin pêk hat.
AAyê ragihand ku teqîn di 22:50an de pêk hatiye.
Dengê teqînê ji gelek deverên Stenbolê jî hat bîhîstin.
Hat ragihandin ku teqîn piştî maçê li dijî polîsên derê stadê pêk hatiye. Ajansan ragihandin ku teqîn bi 2 wesayîtan pêk hatiye.
Wêzîrê karen hundir daxuyanî da
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu daxuyand ku nêzî 20 kes polis birîndar bûne.
Ji wezîrê karen hundir daxuyanî
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe ya duyem de ragihand ku 2 teqîn pêk hatine û got: "Hevalên me gotin ku 2 teqînên cuda pêk hatine. Teqînek li beleştepeyê li ber Suzer Plazayê, teqîna din jî li Parka Maçkayê pêk hatiye. Dibêjin ku teqîna li Parka Maçkayê ji hêla xwekujek ve hatiye kirin. Lêbelê ev agahî divê werin piştrast kirin.”
Agahîdayînên derbarê bûyerê de hat qedexekirin
RTUKê daxuyand ku wan weşanên derbarê bûyerê de qedexe kirine.
(HK/YO)