Li Stenbolê îro danê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) aşkere kir û got: “Me agahî girt ku bi hêceta di 1ê Gulanê de li dijî qedexeya Taksîmê li ber xwe dane polîsan bi ser malên 47 kesan de girtine. “Ji bo şopandina rewşa kesên desteserkirî em ê biçin Emniyeta Vatanê.”
Li gorî nûçeya sendika.orgê, endamên Halkevleriyê, Partiya Çep, Tevgera Şoreşger, Komeleyên Ciwanên Şoreşger, Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî û Însiyatifa Xwendekaran hatin desteserkirin.
Di serdegirtina malên endamên Halkevleriyê de diyar bûye ku sedema desteserkirinê “beşdarbûna çalakiya neqanûnî” ye.
(AS/AY)