Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê di saetên sibê de polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtiye.
Rojnameger Salîha Aras ku li Kovara Modernîteya Demokratîk dixebite û endam û rêveberên HDPê yên Stenbolê jî di nav de gelek kes desteserkirine.
Sedema desteserkirinê nehatiye hînbûn û hatiye diyarkirin ku dibe ku hejmara kesên hatine desteserkirin zêde bibe.
Navê kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Hevberdevka Rexistinbûna Bajar a HDPê Besra Îşsever, Hevseroka HDPa Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumîn Odabaş, Harûn Bagatûr, Enes Ozdaş, Ercan Ozer û Salîha Aras."(EMK/AY)