Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê kesên desteserkirî de ti zanyarî nayên wergirtin. Herwiha nayê zanîn ku kengî hatine desteserkirin jî.
Zanyariya derbarê desteserkirina aktivîstên mafên mirovan de ji hêla hiqûqnas Kerem Altinparmakî ve li ser medyaya civakî hat aşkerekirin.
Li gorî zanyariyên ku Altinparmakî parve kirine kesên li Qereqola Buyukadayê hatine desteserkirin ev in:
Nalan Erkem ve Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlar Derneği), İlknur Üstün(Kadın Koalisyonu), İdil Eser ve Veli Acu (Uluslararası Af Örgütü), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmuz Özbekli ve Ali Garawi.
Tê diyarkirin ku sê kesên din jî desteserkirî ne lê heta niha derbarê wan ti agahî bidest neketiye. (EA/FD)