Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî axa Herêma Kurdistanê pêk tên, li Qada Tunelê ya Taksîma Stenbolê bi meşekê protesto kirin e.
Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDPê, pêkhateyên HDPê û HDKê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûne. Di meşê de pankartên "Tecrîd sûcê dijmirovî ye", "Aştiyek bi rûmet" û "Bimre xiyanet" hatine hildan.
Girseyê bê navber bi berzkirina dirûşman li dijî şer derketine û daxwaza aştiyê kirin e. Girseyê ji Qada Tunelê xwestiye ber bi Meydana Taksîmê ve bimeşe. Polîsan li Kolana Îstîklalê pêşiya girseyê biriye û dorpêç kirine. Girseyê bi berzkirina dirûşman dorpêça polîsan şermezar kiriye.
Polîsan êrişî girseyê kiriye
Parlamenterê HDPê Sezaî Temellî di nava dorpêça polîsan de daxuyanî daye û destnîşan kiriye ku şer feqîriyê tîne û wiha gotiye: "Şer dibe sedema mirina zarokan. Em dixwazin her kes li eniya aştiyê cih bigire."
Piştre polîsan midaxeleyî daxuyaniyê kiriye û li dijî girseyê êriş pêkaniye.
Polîsan Hevserokê Giştî yê ESPê Şahîn Tumuklu, endamê OHDê parêzer Veysî Eksî û gelek rêveberên HDPê desteserkirin e.
Li gorî agahiyan gelek ciwan ji aliyê polîsan ve li cihên cuda hatine desteserkirin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezpotamyayê