Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
23yê Sibatê li ser dêra Ermeniyan, Surp Hreşdagabetê ya li Balatê bi zimanê ingilîzî nivîsên wek “You are finish(tê nemînî)” hatiye nivîsîn.
Nûnerê Weqfên Cimaetan, Moris Leviyî bi nivîsan êrîşa li dêr Ermeniyan hatî kirin şermezar kiriye.
Wî diyar kiriye ku:
“Ev çalakî û kiriyarên bi vî rengî, sûcê nefretê ne. Di civata me de em hê jî carinan êrîşên bi vî rengî dibînin.”
Nivîskarê Murad Mihçi jî wêneyê dîwarê dêrê yê nivîs li ser hatî nivîsîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiya û nivîsîye: “Tirkiyeya nû.”
Wekîlê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Garo Paylanî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye: "Divê ev siyaseta nefretê geş dike bi dawî bê."
Dera Surp Hreşdagabetê
Dêr sala 1635ê hatiye avakirin. 1692yê şewitiye, herifiye û ji nû ve hatiye avakirin. 1827ê dîsa şewitiye. 1827ê bi fermana Mehmûdê 2. dîsa hatiye avakirin.
Sala 2005ê hatiye nûkirin, 2012ê hatiye restorekirin.
(TP/MB)