Li gorî Rapora Kirê ya Tebaxa 2026an ku Emlakjetê bi daneyên Endeksayê amade kiriye, li tevahiya Tirkiyeyê kirêya navînî ya xaniyan bû 28 hezar û 40 lîre, li Stenbolê jî ev hejmar wekî 45 hezar û 510 lîre hat hesibandin.
Li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya kirêyên xaniyan li gorî salan ji sedî 7,1 kêm bûye û lêbelê li Stenbolê ji sedî 9,4 zêde bûye.
Zêdebûn di bin rêjeya enflasyonê de ye
Li gorî raporê, kirêyên xaniyan di sala dawî de weke nominal ji sedî 22,3 zêde bûye, dema ji enflasyonê were cihêkirin bi ji sedî 7,1 kêm dibe.
Ev rewş nîşan dide ku her çiqas bihayên kirê zêde bibin jî, ev zêdebûn di bin rêjeya enflasyona giştî de ye.
Mugla û Enqere li pey Stenbolê ne
Li gorî daneyên Tebaxa 2026an, bajarê ku kirêya navînî ya xaniyan herî bilind e, bi 45 hezar û 510 lîreyî Stenbol bû. Li pey Stenbolê bi 40 hezar û 940 lîreyî Mugla, bi 34 hezar û 440 lîreyî Enqere, bi 33 hezar û 369 lîreyî Îzmîr û bi 29 hezar û 306 lîreyî jî Antalya hatin.
Li Bûrsayê jî nirxê navînî yê kirêya xaniyan wekî 24 hezar û 207 lîre hat hesibandin.
(FY/AY)
