Ji bo bîranîna zimanzan, rojnamevan-nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan 26ê Nîsanê roja Înê wê li Stenbolê şeva bîranînê bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wê şeva bîranînê li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a li navçeya Şîşliyê bê lidarxistin.
Şeva bîranînê ji aliyê Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê, Rojnameya Xwebûnê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve wê bê lidarxistin.
Tê payîn ku keça Celadet Elî Bedirxan Sînem Xan, neviyê wî Azad Bedirxan, helbestvan, nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, nivîskar Firat Cewherî, helbestvan Berken Bereh, lîstikvanê şanoyê Omer Şahîn û gelek dengbêj beşdar bibin.
Bangawazî
Ji mamosteyên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim ji bo beşdariyê bang li gelên li Stenbolê kir û got: "Şeva bîranînê dê di saet 19.00ê 26ê Nîsanê de li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a Şîşliyê destpê bike, Em li bendê ne ku her kesê ku ji çand, ziman û awazên kurdî hez dike beşdarî şevê bibin.
(AY)