Fotograf: 8 Adarê Meşa Bişev a Feminîstan/Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê di saet 00.00ê îşev de li dijî jinên ku tevlî Meşa Bişev a Feminîstan bûne operasyona desteserkirinê pêk hatiye. Meş di 8ê Adarê de li Taksîma Stenbolê pêk hatibû.
Di hesabê Twîtterê yê 8ê Adarê Meşa Bişev a Feminîstan de weha hatiye gotin: “Hin hevalên me yên ku tevlî Meşa Bişev a Feminîstan bibûn îşev hatine desteserkirin. Em ê hevdu bernedin. Pêşî li kujeran bigirin, ne li jinên ku beşdarî 8ê Adarê dibin û doza jiyana xwe dikin.”
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem(ÇHD) aşkere kiriye ku kesên hatine desteserkirin bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine” tê sûcdarkirin.
ÇHDyê di parvekirinên xwe de weha gotiye:
“Miwekîlên me yên tevlî Meşa Bişev a Feminîstan a 8ê Adarê bûne bi serde girtinên malan ve tên desteserkirin. Digel ku me biryara desteserkirinê jî nedîtiye, me agahî stend ku miwekîlên me bi tohmeta heqaret li serokomarî kirine tên sûcdarkirin.”
5 jê miwekîlên me ne me agahî stend ku 10 jin hatine desteserkirin lê hin miwekîlên me hene heta niha me xwe negîhandiye wan. Em ê desteserkirinan bişopînin.”
(EKN/AY)