Fotograf: Balafirxaneya Stenbolê / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku berfeke zêde li Stenbol û Marmarayê bariya, berê Balafirxaneya Stenbolê, li dû wê jî Balafirxaneyên Sabîha Gokçen û Ataturkê hatine girtin. Bi biryara Midûriyeta Giştî ya Asmaniyê ya Sivîl heta saet 04.00ê wê balafir neçin û neyên.
Midûriyetê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku balafirxaneya Ataturkê wê heta 25ê Kanûna Paşiyê saet 04.00ê girtî be. Heman tişt ji bo Sabîha Gokçenê jî gotiye.
Balafirxaneya Stenbolê wê saet heta 13.00ê girtî be
Ji ber ku li Stenbol û Marmarayê wê berf dewam bike, Balafirxaneya Stenbolê îro saet heta 13.00ê wê girtî be. Midûrê Giştî yê Kar û Barên Qadên Asmanî yê Dewletê ev biryar ragihandiye.
Rêyên bejayî jî girtî ne
Ji ber berfa zêde gelek welatî duh êvarê li ser rêyan asê mane. Wesayitên welatiyan li herêma Gîşeyên Mahmûtbeyî asê mane.
Li ser rêya TEMê jî piştî Mahmûtbeyî çûn û wesayit asê mane. Her weha sotemeniyên wesayitan qediyane.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkayayî daxuyaniyek daye û gotiye “Ji ber berfa zêde, wesayitên ji hêla Trakyayê tên destûra ketina wana a nava Stenbolê heta biryareke din, wê neyê dayîn. “
Yerlîkayayî diyar kiriye ku otobusên ji otogarên Esenler, Harem û yên din jî îro heta 08.00ê werin sekinandin.
Wesayitên ji hêla Anadolûyê ber bi Stenbolê tên li Sakaryayê hatine sekinandin û destûr nedane wan ku bikevin nava Stenbolê. (AEK)