Fotograf: AA - Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji saetên nîvro û vir ve ye li gelek deverên Tirkiyeyê bayê şûr bandoreke neyênî li jiyanê kiriye.
Ji ber bayê gûr, li gelek bajaran serbanên xaniyan hilweşiyane û seferên behran betal bûne.
Li navçeya Çatalcayê, ya Stenbolê barûya saetê rûxiyaye. Li Geliyê Stenbolê çûn û hatuna keştiyan qedexe beye.
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di serî de aşkere kiribû ku 2 kes mirine. Paşê diyar bû ku li Esenyûrtê jinek û li Sûltangaziyê jî jinek miriye. Li gorî vê encamê, li Stenbolê 4 kes ji ber ba û bahozê mirine.
Li gore zanyariyên destpêkê li Sokaka 1015ê ya Kolana Baglarçeşmeyê ji ber bayê gûr, serbanê xaniyekî hatiye xwarê.
Serban bi ser Elîf Şanver û zarokê wê de ketiye.
Di vê navberê de gelen balafir nikarin dakevin Balafirxaneya Sabîha Gokçen û ya Stenbolê. Balafir li ser asîmanên Stenbolê digerin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kiriye ku li 17 bajaran wê bayê gur rabe. Ji ber wê jî welatî hişyar kirine. (PT/FD)