Li Stenbolê herî kêm 9 ciwan hatin desteserkirin
Li Stenbolê 9 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Îro sibê li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Di serdegirtinên malan de Armed Ozant, Yoldaş Eker, Meryem Şaîr, Ahmet Koparir, Eda Kalafatin û 4 ciwanên navên wan nehat zanîn bi giştî 9 ciwan hatin binçavkirin.
Sedema desteserkirinê nehat zanîn û ciwanên desteserkirî birin Emniyeta Polîsan a Stenbolê.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.