Li Stenbolê herî kêm 13 kes hatin desteserkirin
Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 13 kes hatin desteserkirin.
Polîsan di saetên sibê de malên endamên Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan(DEM Partî) jî di nav de li navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtinan de herî kêm 13 kes hatin desteserkirin. Her weha hatiye gotin ku dê hejmar zêde bibe.
Her weha li gorî nûçeya MAyê sedema desteserkirinê diyar nebûye û polîsan kesên desteserkirî birine Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.