Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de polîsan li 6 bajar û 15 navçeyên Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser malan da girtine. Di serdegirtinan de 32 kes hatine desteserkirin.
Polîsan li malan lêgerîn pêk anîne û rêveber û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk jî di nav de 32 kes desteserkirine.
Her weha sedema desteserkirinê hê jî diyar nebûye. Kesên desteserkirî birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye.
Diyar bûye ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe û biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê ye.
Navên kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars.(AY)