Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Goristana Haskoyê ya li Beyoglûya Stenbolê kevirên gorîn cihûyan şikandine. Weqfa Serhahaman a Tirkiyeye aşkere kiriye ku 36 kevirên goran şikandine û ziyan gîhandine goran.
Weqfê li ser hesabê xwe yê Twitterê, fotografên kevirên ku hatine şikandin weşandiye û diyar kiriye ku derengê şevê ketine goristanê. Her weha bang li Walîtiya Stenbolê û Wezareta Kar û Barên Navxweyî kiriye da ku faîlan bigirin.
Weqfa Serhahaman a Tirkiyeyê destnîşan kiriye ku wan belgeyên li ber dest, radestî rayedaran kiriye û di peyama xwe de gotiye: “Derengê şevê ketine Goristana me ya Haskoyê, ziyan dane 36 kevirên goran. Me hemû fotograf û tomarên şevê radestî rayedarên peywendîdar kirine, em dixwazin demildest kesên ku ev vandalîzm kirine, werin girtin.”
Kalin: “Êrîşeke kirêt e”
Piştî ku Weqfa Serhahaman a Tirkiyeyê daxuyanî daye, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalinî peyamek weşandiye û gotiye ku “em vê êrîşa kirêt şermezar dikin.”
Kalinî diyar kiriye ku ji bo faîl bên dîtin, ew ketine nav liv û tevgerê.
Li gorî qanûnê sûc e
Îbadetxane û goristan li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) divê bên parastin. Xala 153yê ya TCKyê, behsa sûcê “ziyandana îbadetxane û goristanan” dike. Li gorî qanûnê kesên ku ziyanê bidin van deran, kelûpelên li van deran ji salekê heta çar salan dikare bi cezayê girtîgehê were cezakirin.