Fotograf: MA
Komîsyona Çandê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), BEKSAV û Navenda Çandê ya Golgeyê, xwestiye êrîşa li Parîsê ya li dijî Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kayayî pêk hatiye li ber avahiya Konsolxaneya Fransayê ya li Taksîmê protesto bikin. Lê Qaymeqamiya Beyoglûyê ya Stenbolê destûr nedaye û çalakî qedexe kiriye.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û hunermend dema ku çûne pêşiya konsolosxaneyê polîsan dora wan girtiye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi darê zorê rojnameger ji qadê derxistine û gelek kes desteser kirine.
"Fransa şirîkê vê komkujiyê ye"
Parlamenterê HDPyê Mûsa Pîroglûyî diyar kiriye ku li gelek bajarên cîhanê li dijî kurdan sûîqest û qetlîam tên kirin: "Ji bo şermezarkirina vê qetlîamê me xwest îro li ber konsolosxaneya Fransayê daxuyaniyekê bidin. Çawa ku polîsên li Fransayê kujer serbest berdan û li qetlîaman temaşe kirin, polîsê vir jî bi astengkirina çalakiyê, qetlîamê didomînin.
"Hikûmet li hemû cîhanê heman tiştî dikin. Kujer li kolanan serbest digerin û komkujî pêk tên. Lê protestokirina komkujiyan qedexe ye. Divê were zanîn ku hikûmeta Fransayê heta ku nikaribe berpirsên vê qetlîamê eşkere bike, sûcdar e û şirîkê komkujiyê ye. Divê were zanîn ku polîsên pêşî li van daxuyaniyan digirin, şirîkên vê komkujiyê ne. Me li hemberî van qetlîaman stûyê xwe xwar nekir û em ê stûyê xwe xwar jî nekin. Dixwazin dengê tu kesî li kolanên welat neyê bihîstin. Lê bila zanibin ku em ê vê dorpêçê û desthilatdariyê hilweşînin." (FD)