Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Komeleya Jinan a “Kaktusê” de lêpirsîn da dest pê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” 11 jin hatin desteserkirin.
Her weha li gorî nûçeya MAyê dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 21 jinan biryara desteserkirinê daye.
Di danê sibehê de polîsan bi awayekî hemwext bi ser 19 malan de girtin û 11 jin hatin desteserkirin.
Serdozgeriyê têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku di lêgerîna Komeleya “Kaktus”ê de ku ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) e, alavên dijîtal hatine lêkolînkirin û derheqê 21 jinan de bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Dozgeriyê got ku di vê çarçoveyê de bi ser 19 malan de hatiye girtin, 11 kes hatine desteserkirin, lêgerîna ji bo 8 kesan didome û 2 kes jî li derveyî welat in.
(AY)

