Bûyer îro serê sibehê saet di 08:40î de li Dibistana Navendî ya Îmam Xetîbê ya Şêx Şamîl a Kayaşehîrê qewimî.
Polîsan xwendekara êrişkar desteser kir û hat zanîn ku di dema desteserkirinê de du kêr li ser hatine dîtin.
Piştî bihîstina bûyerê, malbatên xwendekaran bi tirseke mezin berê xwe da dibistanê.
Waliyê Stenbolê: Xwendekarek di emeliyatê de ye
Waliyê Stenbolê Davut Gul û Gerînendehiyê Ewlehiyê yê Stenbolê Selamî Yildiz piştî bûyerê çûn Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakurayê ya li Başakşehîrê.
Wan serdana xwendekarên birîndar kirin û derbarê rewşa wan a tenduristiyê agahî wergirtin.
"Rewşa 5an ji wan sivik e”
Pişt re Parêzgar Gul ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku di bûyerê de bi giştî 8xwendekar birîndar bûne û got:
"Rewşa 5an ji wan sivik e. Li gorî agahiyên ku bijîşkên me dane me, em pêşbînî dikin ku dê îro di nava rojê de tedawiya wan bi dawî bibe. Dermankirina 2 xwendekarên me jî berdewam dike û nîşanên başbûna wan hene. Lê xwendekarekî me niha di neştergeriyê de ye û pêvajo didome. Ji ber ku hîn ji neştergeriyê derneketiye, em di vê kêliyê de nikarin derbarê rewşa wî de ti nirxandinê bikin."
“Bi cilên dibistanê derbasî hundir dibe”
Waliyê Stenbolê her wiha derbarê xwendekara êrişkar jî agahî dan û got:
"Ya ku êrişa bi kêrê kiriye, dîsa xwendekareke me ye ku li heman taxê, li cihekî gelekî nêzîkî dibistanê dijî. Ew xwendekareke keç e û li dibistaneke din xwendina xwe didomîne. Bi cilên dibistanê derbasî hundir dibe û bi rengekî bêserûber bi kêrê li zarokan dixe. Bûyereke dadî li holê ye, serdozger û birêvebirên me li vir in. Dê pêvajoya dadê ji niha ûpê ve jî berdewam bike."
Ji ber hestyariya bûyerê û metirsiya li ser aramiya giştî, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya eemîn a Stenbolê, derbarê nûçe û agahiyên li ser bûyerê de biryara "qedexeya weşanê" da.
Lêpirsîna hêzên ewlehiyê ya derbarê bûyerê berdewam dike.
(NÖ/AY)
