Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Koordînasyona Hatûçûnê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê di civîna xwe ya ser asayî de pêşniyara zêdebûna ji sedî 40 ya ji bo bihayê bileta elektronîk, teksî, mînîbûs û serwîsan qebûl kiriye.
Li gorî vê bihayê bileta elektronîk ya tam ji 5,48 lîreyî derketiye 7,67 lîreyan, bihayê abonetiya mehane ya tam ji 430 lîreyî derketiye 602 lîreyan û bihayê abonetiya mehane ya xwendekaran jî ji 78 lîreyî derketiye 109 lîreyan.
Her weha bihayê destpêkê yê teksiyên zer derketiye 9,8 lîreyî, bihayê mesafeya kurt ya teksiyê zer ji 20 lîreyî derketiye 28 lîreyan, bihayê ketin-daketinê yê mînîbûsan ji 3,75 lîreyî derketiye 5,25 lîreyan, bihayê serwîsa dibistanê ji 396 lîreyî derketiye 554 lîreyan, bihayê serwîsa karmendan ji 211 lîreyî derketiye 295 lîreyan û bihayê dolmîşên weke teksî jî ji 7,25 lîreyî derketiye 10 lîreyan.
Lêçûna jiyanê ya li Stenbolê ji sedî 73 zêde bûye
Ajansa Plansaziyê ya Stenbolê(IPA) ku ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye rapora têkildarî lêçûna jiyanê ya li bajêr ya meha Adarê weşandiye.
Li gorî nirxandina ajansê mesrefa jiyana li Stenbolê di nava meha dawî de ji sedî 11,17 zêde bûye. Li gorî nirxandinên ku li ser berhemên hatine hilbijartin, hatine kirin zêdebûna lêçûnê di sala dawî de gihîştiye ji sedî 73,63an.
Zêdebûna mehekî ya di hin berheman de weha ye:
- Şekirê hûr: Ji sedî 27,10
- Rûn: Ji sedî 39,95
- Birinc: Ji sedî 4,43
- Goştê sor: Ji sedî 21,30
- Goştê mirîşkan: Sedî 28,54
- Motorîn: Ji sedî 42,57
(EMK/AY)