Li Başakşehîra Stenbolê di kargehekê de dest û pêyên karkerê Moldovayî ê bi navê Nicolai Palamarcıuc girêdane û bi lêdanê kuştine.
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, xizmên xwediyê kar Y.K.A., K.Ç., C.Ç., û R.K., piştî ku hatiye îddiakirin Palamarcıuc hin belgeyên kargehê girtine, çûne cihê kar. Cihê kar li Sîteya Pîşesaziyê ya Çêkerên Pêlavan a Aymakopê li taxa Ziya Gokalp e ye. Gumanbar ketine dikanê û karkerê Moldovayî birine qatê jor. Kesên derdorê dema ku ji hundir deng dibihîsin, yekser Navenda Banga Lezgîn a 112ê agahdar dikin.
Piştî agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê û dîbînin ku dest û lingên Palamarcıuc bi kelepçeyên plastîk girêdayî ne, bi giranî hatiye lêdan û R.K. bi kêrê li serserê wî rawestiyaye. Polîsan mudaxele kirin û çar kes desteser kirin.
Nicolai Palamarcıuc bi birînên giran rakirin nexweşxaneyê, tevî midaxeleyên bijîşkan ji mirinê nefilitî.
(EMK/AY)
