Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Stenbolê, li dijî avahiya rêxistina navçeya Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîş pêk hatiye. Kesekî bi kêr û çekê êrîşî kesên li nava avahiyê kiriye û du kes birîndar kirine.
Ferhat Encu, Hevserokê rêxistina Stenbolê yê HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: "Hewl dane li avahiya me ya navçeya Bahçelîevlerî ya Stenbolê êrîşeke çêkdarî pêk were. Ji ber çek neteqiyaye, ji karesateke mezin filîtîne. Êrîşkar hatiye desteserkirin."
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, nasnameya êrîşkarî nayê zanîn. Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku, êrîşkar çûye avahiyê ji bo endamtiya partiyê hin pirs kirine. Paşê jî Ramazan Dişariyê ku çay daye wî û endamê partiyê Azîz Şîmşek birîndar kirine. Birîna herduyan jî sivik in.
Rêveber û endamên partiyê xwestine êrîşkarî asteng bikin, ew reviyaye û çûye ketiye firineke li ber avahiya HDPyê. Polîsan hatiye ew ji wir derxistiye û desteser kiriye.
Zuleyha Gulum, Parlamentera HDPyê çûye avahiyê û tevlî endam û rêveberên partiyê çûye nava avahiyê. Polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.
#SONDAKİKA#HDP Bahçelievler ilçe örgütüne silahlı saldırı!
— KarşıMahalle (@KarsiMahalleOrg) December 28, 2021
İlçe binasına gelen 25 yaşlarında bir kişi "Sizi öldüreceğim" diyerek silah ve bıçakla saldırı girişiminde bulundu.
Partililerin müdahale ettiği saldırgan Ekpa isimli fırına kaçtı.
Polis saldırganı gözaltına aldı. pic.twitter.com/57emLBljls
Ramazan Dişariyê şahidê bûyerê, ji karsimahalle.orgê re wiha axiviye:
"Bi daxwaza ku bibe endam ji partiyê kete hundiro. Me çay dayê. Çay avête ser min. Got 'Hûn min nas nakin, ez hatime we bikujim'. Bi du çekan û kêrekê êrîş kir. Xwest ku kêrê di min re rake lê nebû. Me çekên wî jê standin. Em sê kes li hundir bûn. Du jî kalên me hebûn. Piştî me çekên wî ji destê wî derxist, reviya. Me çek dane polîsan. Temenê jî nêzîkî 25an bû." (AÖ/FD)