Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 27-28ê Kanûna Paşiyê de li Stenbolê 7. Pembe Hayat Kuirfest dê bê pêkanîn û xebatên kûîran yên ji hemî aliyên cîhanê bêne nîşandan.
bianet jî yek ji sponsorên medyayê yên festîwalê(mîhricanê) ye. Çalakî û xebatên festîwalê dê li Tutun Deposu û Şaredariya Kadikoyê(Atolyeya Dîzaynê ya Kadikoyê, IDEA Kadikoy) bêpere bêne pêk anîn.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Di sê salên destpêkê de festîwal li Enqereyê hatibû pêkanîn, di sala çarem de li Stenbolê, di sala pêncem de li pênc bajaran hatibû pêkanîn.
Di festîwalê de çi dê hebin
Fîlmên ji hemî aliyên cîhanê û rêzefîlmên li ser înternetê dê bên nîşandan. Atolye, panel, bernameyên giftogoyê û partî dê bêne pêkanîn.
KurFest rêyekê ji bo kesên LGBT çêdike ku bikarin xwe bi rêya hûnerê îfade bikin.
Ji bo dîtina bernameya festîwalê li vê derê bitikîne.
(ÇT/MB)