Li Stenbolê 7 kesên ku di greva birçîbûnê de bûn, hatin desteserkirin

Li Stenbolê 7 welatiyên ku piştî bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin li ber Şaredariya Gazîosmanpaşayê dest bi greva birçîbûnê kirin, di roja 8em de hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê 7 welatiyên ku di çalakiyê de bûn, bi şev ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Hat hînbûn, ku şaredariyê giliyê wan welatiyên di greva birçîbûnê de bûn kiriye. Berê desteserkirinê xebatkarên şaredariyê ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiribûn bi devkî dihatin tacîzkirin.
Nehat zanîn ku bê ka welatiyên hatine desteserkirin birine kîderê.
Çi bûbû?
Li Taxa Yildiztabyayê ji bo çêkirina xaniyên TOKÎyê dînamît hatin teqandin û piştî teqînê erd şimitî û xanî derizîn. Tevî têkoşîn û bertekên niştecihên taxê yên demdirêj, bi biryara Walîtiya Stenbolê xanî bi darê zorê hatin valakirin û sozên ji bo alîkariya xanî û kirê jî nehatin bicihanîn.
Şêniyên taxê têkildarî mijarê bi şaredarî û walîtiyê re hevdîtin kiribûn û ti encam bidest nexistibûn. Piştî vê welatiyan di 10ê Adarê de li ber Şaredariya Gazîosmanpaşayê dest bi greva birçîbûnê kirin.