Li Sûriyeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema nûçe dişopandin bi balafira bêmirov(SİHA) a Tirkiyeyê hatin kuştin. Pêr rojnameger û siyasetmedar jî di nav de gelek kes ji bo protestokirina kuştina rojnamageran li Qada Şîşxaneyê kombûn. Piştre polîsan midaxeleyî girseyê kir gelek kes desteserkirin.
Li Stenbolê duh 17 kes piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûn û 9 kesên ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, hatin girtin.
Rojnamegerên hatin desteserkirin: Gulîstan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn.
Kesên din yên hatin girtin: Haci Ugis, Îmam Şenol.
Rojnameger Zeynep Kuray, Yadigar Aygun, Mahsum Saglam, Yagmur Filiz û Pelin Laçin, bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Li Stenbolê kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hat protestokirin: 30 kes hatin desteserkirin
Rojnamegerên hatin girtin bi rêya parêzerên xwe ev peyam şandin:
“Dê qesr û serwerî hilweşin, wê rojekê ev xwîn bisekine, ev zilm biqede. Tiştên ku ji van rojan bimîne kesên berxwedêr û Nazim û Cîhan in. DFG saziya çapemeniyê ye. Em ê destûrê nedin ku bi ti awayî bê krîmînalîzekirin. Rojnamegerî ne sûc e.”
(EMK/AY)