Fotograf: @istanbulpride
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
28em Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan ya Stenbolê bi diruşma “Ez li kîderê me” duh (23 Hezîrana 2020an) dest pê kiriye. Çalakiyên hefteya rûmetê di navbera 22-28ê Hezîranê de ji ber şert û mercên pandemiya Covîd-19ê cara pêşîn bi awayekî dijital pêk tê.
Hûn dikarin Hefteya Rûmetê li ser hesabê medya civakî bişopînin.
Komîteya Heftaya Rûmetê mijara îsal ku diyar kirine bi vîdeoyekê û weha aşkere kiribû:
Me lêvên xwe sor kirine...
"Me lêvên xwe sor kirine, me xwe hemra û bodra kir; straponên xwe me li nava xwe girêdane, em simbêl qeytan in; hin ji me bipirç, hin ji me bişewq in, hin ji me qunde, hin ji me gewende ne...maskeyên me curbecur in..."
Di bernameya hefteya rûmetê a îsal jî dê weke salên berê atolye, panel, forum û hin bernameyên cûr bi cûr cîh bigirin.
Xelatên LGBTİ+Fobi ya Frengîya bi Hormon dê 16em car bên belavkirin. Wê merasîma xelatê di saet 20.00ê înîya 26ê Hezîranê de pêk bê. (EMK/AY/FD)