Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan wê di navbera 24 û 30ê Hezîranê de li Stenbolê çêbibe.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Kaos GLyê hatiye belavkirin, Komîteya Hefteya Rûmetê ya 27em gotine, ew li bende pêşniyaran e. Di encama pêşniyaran de wê atolye, filmên bên nîşandan û panelên ku di bernameyê de bên çêkirin diyar bibin.
Pêvajoya serîlêdanî ya ji bo çalakiyan dest pê kiriye
Kes û komên ku dixwazin bernameyan pêşniyar bikin, dikarin heta 5ê Gulana 2019ê ji e-maîla [email protected]ê re bişînin. Komîteyê diyar kiriye ku budçeya wan ne diyar e, ji ber wê kesên dixwazin ji derveyî Stenbolê bernameyan çêbikin, divê vê rewşê bizanibin û li gorî wê tev bigerin. (EMK/FD)