Fotograf: AA
Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Doktorên Malbatan ê Stenbolê Dr. Kutbettin Demirî ragihandîye, li navçeyên cuda yên Stenbolê 24 hemşîre û doktorên malbatan bi vîrûsa Covîd-19ê ketine.
Komên xetereya wan heye û ji derveyî welat tên Tirkiye, ji bo "Rapora Tenduristiyê ya Agahdarkirina Rewşê" wan arasteyi Navenda Tenduristîyê ya Malbatan (ASM) dikin. Demîrî ji ber vê yekê hukumet rexne kirîye û gotîye: Li Stenbolê testên koronayê yên 24 hemşîre û doktorên malbatan pozîtîv derketine û rewşa giştî ya wan karmendên tendirûstiyê baş e. Dermankirina hin hevalên me li nexweşxaneyan dewam dike, tedawîya hevpîşeyên me yên din jî li malên wan berdewam e. Lê rewşa tendirustî ya hevalên me ne cihê nîgeraniyê ye.”
Demîrî weha pêde çûye: "Mixabin me bi civakî di yekem hefteya meha Adarê da dest bi şaşîyan kir. Li destpêka meha Adarê heta dawîya meha Sibatê welatîyên ku li derveyî welat dihatin, ji bo wergirtina raporê serî li doktarên malbatan didan. Di dema serîlêdanê da têkiliya wan ligel yên bi temen ra çêbû ku li navendê li benda pişkinînê bûn. Wek doktorên malbatan kêmasiya me ya herî mezin nebûna kisbet û berçavkan e."
Li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Kocayî dane, heta niha 44 kes ji ber şewba vîrûsê mirine û 1872 kes jî bi şewba vîrûsê ketine. (AY/FD)
* Çavkanî: MA