Îro danê sibê li Stenbol û Rihayê di serdegirtina malan de gelek kes hatin desteserkirin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Stenbolê li ser hesabê medyaya civakî Xê ragihand ku di nav kesên ku hatine desteserkirin de yek ji endamên wan parêzer Yusuf Gorucu jî heye.
Şaxa OHDê ya Stenbolê diyar kir ku ew pêvajoyên desteser kirinê dişopînin.
Kesên hatin desteserkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Li Rihayê dibe ku hejmar zêde bibe
Li Rihayê danê vê sibehê di serdegirtina malan de 2 endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(HEDEP) a Rihayê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan bi ser mala Rêvebera HEDEPyê a Bajarê Rihayê Filînta Arasê de jî girtin. Lê Aras ji ber ne li malê bû nehatiye desteserkirin.
Têkildarî sedema desteserkirinan hîn ti agahî nehatine girtin; Lê belê hat diyarkirin dibe ku hejmara desteserkirinan zêde bibe.
(TY/AY)