Polîsan vê sibê li Îzmîr û Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 31 kes desteserkirin.
Sedema serdegirtinan xwepêşandanên ku di 2-3ê Nîsanê de ji bo nedayîna mazbataya Hevşaredarê Wanê Abdûllah Zeydan hatibûn kirin e.
Li gorî nûçeya Yenî Yaşamê dii serdagirtinên li Stenbolê de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û gelek partiyî jî di nav de herî kêm 15 kes hatin desteserkirin.
Polîsan kesên desteser kirine, birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê.
Îzmîr
Li Îzmîrê jî bi heman hincetê, derbarê 19 kesan de biryara girtinê hate dayîn. Îro serê sibehê polîsan bi ser malên 19 kesên de girtin. Di serdagirtinan de 16 kes hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatifa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwantiya Demokrat a Nû û Halkevleriyan hene.
(TY/AY)