Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de polîsan îro danê sibehê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara kovara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz de girtine û 19 kes desteser kirine.
Diyar bûye ku di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina 22 kesan hatiye dayîn.
Di encama serdegirtinan de gelek kes hatine desteserkirin. Ciwanên ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatine desteserkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” hatiye dayîn û hevdîtina bi parêzeran re sînordar kirine.
Navên hin ciwanên hatine desteserkirin wiha ne: “
Sedat Ugraş, Muhammed Ugraş, Bariş Ugun, Rojîn Degîrmencî, Osman Koçar, Serhat Yavaş û Sema Korkmaz.”
(TY/AY)