Fotograf: sendika.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hêzên ked, aştî û demokrasiyê ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî, dixwestin di 5ê Îlonê de li Bakirkoyê, navçeya Stenbolê xwenîşandanekê li dar bixin. Lê Qaymeqamiya Bakirkoyê, ev xwenîşandan qedexe kiriye.
Qaymeqamiya Bakirkoyê aşkere kiriye ku di navbera 2 û 6ê Îlonê de civîn, meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê û çalakiyên rûniştinê her cure çalakî qedexe ne.
Qaymeqamiyê gotiye, wê destûra wan çalakiyan bidin ku di 1ê Îlonê de dê pêk werin.
Li Eskîşehîrê jî qedexe bûye
Walîtiya Eskîşehîrê jî diyar kiriye ku ji 1ê Îlonê pê ve heta 15 rojan hemû çalakiyên li qadan werin kirin, wê qedexe bin.
Li Enqereyê hêzên ked û demokrasiyê xwestine 1ê Îlonê saet di 17.00ê de xwenîşandanekê ji Roja Aştiyê pêk bînin. Lê Walîtiya Enqereyê bi tenê ji bo saet 15.00ê destûr daye wan. Saziyên ku dixwazin xwenîşandanê pêk bînin, li dijî vê biryarê serî li Walîtiyê dane lê ev daxwaza wan qebûl nekiriye.
Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê li dijî vê biryarê wê îro saet di 18.30 deqîqeyan de li Qada Garê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê pêk bînin û biryara Walîtiya Enqereyê protesto bikin. (KÖ/FD)