Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li polîtîkayên hukimeta AKPê li Stenbol Kartalê li ser bangewaziya Tevgera Yekgirtiya Hazîranê ve mitînga “Em teslîm nabin” hat lidarxistin.
Di mitîngê de pankartên “Em teslîm nabin”, “Bila OHAL were rakirin, KHHyan were betalkirin”, “Em ê laîqbûnê bi dest bixin”, “Nabe siyaseta demokratîk were astengkirin”, “Çapemeniya azad bêdeng namîne”, “Tecawîzkirin sûc e, nabe were meşrûkirin”, “Hûn nikarin dest daynin ser îradeya gel”.
Li gorî nûçeya Evrenselê girseya ku beşdarê mitîngê bûne wêneyên parlementer û Hevserokên Giştî yên HDPê daliqandin û durişmên weke “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “DAIŞ qatil, AKP hevkar”, “Bijî biratiya gelan” berz kirin.
Daxuyaniya hevpar: Em teslîm nabin
Daxuyaniya hevpar bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Tirkiya daxuyaniyê ji hêla Serokê Rêxistina EMEPê ya Stenbolê Guven Gerçek ve hat xwendin û wiha gotin:
“Hukimeta AKPê û Qesr encamên hilbijartina 7ê Hezîranê nas nekirin û him li hundir him jî derveyî welêt polîtîkayên şerparêz didomînin.
“Berpirsê şerê li Sûriyê ku bi hezaran însan hatin kuştin û bi milyonan kes koçber bûn, hukîmeta AKPê ye.
“Hukimeta AKPê ku li bajarên kurdan polîtikayên hilweşandin û tinekirinê pêk anîbû, niha jî bi qayûmên tayînkirî ve hewl dide ku îradeya gel tine bike.
“Hukimeta AKPê hewldana derbekirina 15ê Tîrmehê weke “Litfeke Xwedê” dît û ji bo tinekirina muxalifan kir firsend.
“Lêbelê em ti wext teslîm nebûne û em ê teslîm nebin jî.”
Baş: Em ji bo rizgariyê li benda ti kesan namînin
Li ser navê Tevgera Yekgirtiya Hezîranê Erkan Baş di mitîngê de axivî û wiha got:
“Di vê pêvajoya ku Tirkiye ber bi tariyê ve diçe tenê gelên kedkar dikarin rawestînin. Nîviyê welêt bûye gola xwînê.
“Di vê pêvajoya ku xwîn diherike em rojavayê Tirkiye nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Roj roja yekîtî ye.
“Nûnerê gelê kurd bi zorê avêtin hepsê. Divê em dengê gelê kurd ragihînin. Divê em dengê rojnamegerên ku bûn dengê gelan û hatin girtin ragihînin.
“Roj roja yekîtî û meşa hevpar e. Divê hemû gel li dijî îktîdarê ber bi pêşerojêve bimeşe. Divê kedkar û xizan bibin yek û li dijî îktîdarê dêbikoşin.
“Yên ku dibêjin aştî, wekhevî, biratî, laîkbûn û em nabin koleyê Erdogan hemû hevalên me yên rê ne.
“Em li vir in. Em teslîm nabin û Em îro hemû bi hevre pêşve biçin. Em Recep Tayip Erdogan nakin padişah. Em te nakin padîşah. Em destûr nadin komar hilweşe."
Erbaş: Em weke HDPê li meclisê zêdetir bi bandor bin
Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş jî di mitîngê de axivî û wiha got:
“Darbekirina ku li dijî HDPê hate kirin, ne darbeyeke tenê li dijî hevserokên me û wekîlên me yên ku bê heq û hiqûq hatin girtine, darbeyekî li dijî demokrasiyê ye.
“Di mijara hevserokan de wê şaredariyan jî danin ser maseyê. Wê ne tenê ji ber hevserokatiyê bên lêpirsîn. Jinan bi têkoşîna xwe hevserokatî qezenç kirin.
“Em bang li Wezîrê Karê Hundir dikin; bi vî awayî nikarin têkoşîna jinê bişkîn in.
“Me biryar da ku di xebatên parlementoyê de hê bi bandortir cih bigirin. HDP ne partiyekî ku tenê di parlementoyê de siyasetê bikeye. Li kolan û qandan jî heye. Lê parlementoyê ji van dizan re hêlan ne rast e.”
Erbaş êrîş û zextên li ser çapemeniyê jî bibîr xist û destnîşan kir ku yên ku Ozgur Gundem girtin îro dibêjin Rojnameya Cûhûryetê hatiye girtin. Erbaş diyar kir ku li ser hemû muxalîfan êrîş û zext hene û li dijî van zextan banga yekîtiyê kir.
Sazî, sendîqe û partiyên beşdarê mitîngê bûne wiha ne:
78’liler Girişimi, BEKSAV, Çağrı Dergisi, Demokratik Alevi Derneği, Demokratik Bölgeler Partisi (DBP), Demokratik Çerkes Kongresi, Demokratik Halklar Köprüsü, Demokratik Hukukçular Platformu, Demokratik İslam Kongresi (DİK), Demokratik Pomak Hareketi, Devrimci Dostluk Kültür Derneği, Devrimci Parti (DP), Devrimci Sosyalist İşçi Partisi (DSİP), Doğu-Güney doğu Derneği Federasyonu, Demokratik Toplum Kongresi (DTK), Engelliler Derneği, Ezilenlerin Hukuk Bürosu, Ezilenlerin Sosyalist Partisi (ESP), Gökkuşağı Kadın Derneği, Hevi LGBTİ, İstanbul LGBTİ, İşçi Sözü, İşçilerin Sesi, Kaldıraç, KAOS GL, Kızıl Dayanışma, Konfederalîzma Ked A Demokratîk (KON-KED), Küresel Eylem Grubu (KEG), Munzur Koruma Kurulu, Nor Zartonk, Partizan, Politika Gazetesi, Sosyalist Dayanışma Platformu (SODAP), Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi (SYKP), Süryani Topluluğu, Toplum Ve Kuram-Lêkolîn Û Xebatên Kurdî, Toplumsal Özgürlük Parti Girişimi (TÖP-G), Tüm-Köy-Sen, Yeşiller Ve Sol Gelecek Partisi (YSGP), Demokratik Haklar Federasyonu (DHF), Emek Partisi (EMEP), Pir Sultan Abdal Alevi Kültür Derneği (PSAKD), Alevi Kültür Derneği (AKD), TMMOB İKK, KESK Şubeler Platformu, DİSK İstanbul Bölge Temsilciliği, İstanbul Tabip Odası, Alevi Federasyonu, Acıbadem Dayanışması, Kadın Partisi, Validebağ Savunması, Tekstil Sen, Limter İş, Karadeniz İsyandadır Platformu, Kadıköy Kent Dayanışması, Kuzey Ormanları Savunması, Kolektif Yaşam İnisiyatifi, Suruç Yaralıları ve Tanıkları Platformu, Gezi Gazileri Platformu, Projeniz Değiliz, Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu, Maltepe Forumu, Kozyatağı Dayanışması, Direniş Forumu, Yoğurtçu Parkı Formu, Teori Politika, İşçi Sözü, İşçilerin Sesi, Cam Keramik İş, Çağrı, Adalar Savunması, Velider, Çekmeköy Dayanışması, Demokrat Ordulular Derneği, Divriği Kültür Derneği, Özgürlükçü Hukukçular Derneği (ÖHD), Sokak Kültür Derneği, HDK, HDP İstanbul İl Örgütü, Birleşik Haziran Hareketi (BHH), EMEP, EHP, Halkevleri, SGDF, Kaldıraç, EÖÇ, PDD, KÖZ, İstanbul Emek ve Demokrasi Koordinasyonu, SEP, Başlangıç, Umut-Sen, DevGüç, Dev-Lis, Emek Gençliği, DHF.
(EKN/YO)