Li Soma, navçeya Manîsayê kana komirê a bin erdê duh (1ê Cotmehê) di saet 14.00an de hilweşiya. Di helweşîna kanayê de hejmara karkerên mirine derket 5an. Kana komirê ya İmbat Madencilikê ye.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di şevê de hatin kirin de gihîştin cenazeyên du karkeran û xebat hatibûn berdewam kirin. Walîtiya Manisayê vê sibê daxûyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew gihîştine cenazeyên sê karkerên din û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne.
Di hilweşînê de Halit Ersay, Kerim Oren, Ramazan İnce, Omer Karakaya û İsa Olcay mirin.
AFADê daxuyanî daye û gotiye ku heft karkerên di bin hilweşîna kanayê de mabûn, hatine derxistin û dermankirina du karkerên ku sax hatine rizgarkirin li nexweşxaneyê temam bûye.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de AFAD, Ekîbên Agirkujîyê, Cenderme, Emniyet, UMKE, Ekîbên Tenduristiyê yên 112an, Heyva Sor, Rêveberiya Xizmetên Malbat û Civakî, Ekîbên Şaredariyê jî di nav de bi giştî 756 personel û 76 wesayîtan cih girtin. Ji Rêveberiya AFADê ya Bajarê Îzmîrê cîhazê dîtina bin erdê (M5) û cîhazê dîtina binê kavilan û ekîbên wan tevlî xebatan hatin kirin.
AFADê destnîşan kiriye û gotiye:
“Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 7 hemwelatiyên me yên madenkar ji bin hilweşînê hatin derxistin. Ji ber hilweşînê 5 hemwelatiyên me yên madenkar jiyana xwe ji dest dan, ji 2 hemwelatiyên me jî sax hatine rizgarkirin. Dermankirina yekî ji wan li nexweşxaneyê berdewam dike û dermankirina yê din jî temam bûye.”
Sendikaya Maden-Îşê a Serbixwe jî daxuyanî da û weha got:
"Cenazeyên 3 birayên me yên ku di bin hilweşîna li Soma İmbat Madencilikê de mabûn hatin dîtin û hejmara miriyan derket 5an. Rêveberê Şaxa me ya 1emîn a Egeyê Ramazan İnce, endamên me Halit Ersay, Kerim Oren, Omer Karakaya û İsa Olcay madenkarên ku jiyana xwe ji dest dane ne. Em ê daxuyaniya berfireh paşê di Navenda xwe ya Giştî de bidin. Bila serê me hemûyan sax be."
Soma İmbat Madencilik önünde Genel Merkez yönetimimizle bekleyişteyiz, sonuna kadar takip edeceğiz.
— Bağımsız Maden İş (@bagimsizmadenis) October 1, 2026
Hazırlık aşamasındaki Doğu 5 ayağında gerçekleşen göçükte 7 madenci kalmış olup 1 kardeşimiz hayatını kaybetmiş, 2 kardeşimiz yaralı olarak kurtarılmıştır. Arama kurtarma… pic.twitter.com/0atQsmOnCT
Di heman kargehê di sala 2020an de jî karker miribûn
Hilweşîna di 1ê Cotmehê de, li kargehên İmbat Madencilikê bûyera yekem a ku bi mirinê encam dayî nîn e.
Di 10ê Nîsana 2020an de di xebatên lênêrîn û çakkirinê yên li beşa galeriyê ya kana şîrketê ya li Somayê de hilweşîn pêk hatibû û di encamê de Ersin Ozdogan, Salih Ayber û Erdinç Karaveli miribûn û karkerek jî bi birîndarî hatibû rizgarkirin.
Di 27ê Sibata 2015an de di kana lînyîtê ya İmbat Madencilik A.Şyê de qeza pêk hatibû û di encamê de Yusuf Çakiroğlu (35) jiyana xwe ji dest dabû.
(CA/AY)
