Fotograf: AA
Êrîş li herêma Sayidkayê li cihê kontrolê yê hêzên ewlehiyê pêk patiye ku nêzîkî Qesra Serokomariyê, avahiya Parlamentoyê û wezaret ye. Her weha parlamenter vê rêyê ji bû çûn û hatina parlamento û wezaretan bi kar tînin.
Îsmaîl Mixtar Omerê Berdevkê Hikûmetê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku êrîşa birine ser ciyê kontrola ewlehiyê û 5 kes hatine kuştin, her weha 11 kes jî birîndar bûne.
Omer destnîşan kiriye ku di nav kuştiyan da Bîle Îsmaîlê Direktorê Wezareta Pêxistina Mafên Mirovan û Jinan jî heye.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşenadin da agir bi hin wesaîtan ketiye û gelek ambulans sewqî ciyê bûyerê kirine.
Berpirsyariya êrîşê Eş-Şebabê hildaye ser xwe. (FD)