Îro danê sibê ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat li 3emîn Sîteya Pîşesaziyê ku li navçeya Navendî ya Kayapinara Amedê ye, derket.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, şewat di demeke kurt de mezin bû û li 3 kargehên din belav bû.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê, polîs, 112ê çûn herêma bûyerê.
Ekîb ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dûkelên ji şewata ku li qada pîşesaziyê ya li kêleka termînala otobusan a navbajaran bilind dibe, ji gelek cihên bajêr tê dîtin.
Amed 3’üncü Sanayi Sitesi’nde yangın
— Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) August 8, 2024
Amed’de bulunan 3’üncü Sanayi Sitesi’nde yangın çıktıhttps://t.co/rqLVBHCoM6 pic.twitter.com/zqYS0SZIFS
Her weha beriya hefteyekê (1ê Tebaxê) li 2emîn Sîteya Pîşesaziyê ku li navçeya Navendî ya Bajarê Nû ye şewat derketibû û bandor li 4 kargehan kiribû. (TY/AY)