Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê ji 16 kedkarên ku piştî hêzanê di bin kavil de mabûn, cenazeyê 6 ji wan hatin derxistin.
Hat ragihandin ku cenazeyê herî dawî hatiye derxistin yê kedkarê bi navê Sedat Bulut e.
Di encama wê cineyeta kar de hejmara kedkarên ku canê xwe ji dest dane, derkete 6an. Hêj 10 kedkar jî di bin kavil de ne.
Heta niha cenazeyên Sedat Bulut, Murat Ant, Reşît Can, Abdulbakî Aydin, Şefîk Tuncer, Alî Sonmezsoy hatine derxistin.
Derbarê mijarê de 6 kes jî hatibûn binçavkirin û Mudirê Şîrketa Park Elektirîkê Mehmet Oguz hate girtin.
Navên 16 kedkarê ku di bin kavil de mane wiha ne:
1-Savaş Kizilkan ji Amedê
2-Kerem Arat ji navçeya Şêrwanê
3-Murat Ant ji Şêrwanê
4-İbrahim Kilinç ji Sêrtê
5-Kasim Tari ji Amedê
6-Şefik Tuncer ji Êlihê
7-Sedat Bulut ji Şêrwanê
8-Abdurrahman Sonmezsoy ji Êlihê
9-Reşit Can ji Sêrtê
10-Halil başer ji navçeya Misircê ya Sêrtê
11-Mahmut Batumar ji Şêrwanê
12-Bedrettin Cayli ji Şêrwanê
13-Nusret Beyazalma ji navçeya Artêrmêtê ya Wanê
14-Yavuz Yildiz ji Şêrwanê
15-İsmail Tekin ji navçeya Dihê ya Sêrtê
16-Abdulbaki Aydin ji navçeya Dihê ya Sêrtê.
(EKN/YO)