Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di encama êrîşê de 3 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.
Derbarê êrîşê de Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di operasyonên li herêma Altintepe ya navçeya Qilabanê û ya Çiyayê Gabarê de 5 PKKî hatine kuştin.
Walîtiyê derbarê êrîşa ku 3 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn de aşkere kir ku êrîş di encama teqemeniya bi destan hatiye çêkirin ji dûr ve hatiye teqandin û bûyer bi vî awayî pêk hatiye.
(EKN/FD)