Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Şirnexê qedexeya derketina derve ku ji 14ê Adarê vir ve dewam dikir îro tenê ji bo nava rojê hat rakirin. Dê şevê qedexe dewam bike.
Lêbelê zêdetirê nîvê bajêr hatiye hilşandin û ji ber vê yekê vegerînên li bajêr, ne diyar e.
Wezareta Şar û Derdorê di meha Tebaxê de 5 taxên (Cumhuriyet, Gazipaşa, Ismet Paşa, Yeni, Yeşilyurt) bajêr di çarçoveya “Qanûna Afetê” de weke “cihên bi rîsk” îlan kiribû.
Di rewşeke wiha kes nizane wê li bajêr tişteke çawa pêk were. Herwiha li şaredariya bajêr jî di meha mijdarê de qayûm hat erkkirin.
“Demildest pilansaziya avakrin û sazkirinê”
Serokê Baroya Amedê Nûşîrvan Elçî derbarê mijarê de ji bianet’ê re axivî û got ku ji ber hilşandin û ziyana li bajêr divê demildest pilansaziya avakirin û sazkirinê were diyarkirin.
Nûşîrvan Elçî wiha got:
“Zêdetirê nîvê bajêr hatiye hilşandin. Yên ku hilneşandine de jî xesarên mezin hene. Me yek bi yek nejimartin lê, %90ê bajêr koç kirin. Ez jî li Cizîrê dimînim. Niha ti cihek nîn e ku ew kesên malên wan hatiye hilşandin, biçinê de. Yek saleke ti kareke wan kesan nîn e, hemû belavê cihên cuda bûne û ligel xizmên xwe disekinin.
“Di nava tinebûneke mezin de jiyana xwe didomînin. Divê dewlet demildest pilansaziya avakirin û sazkirinê diyar bike. Him ji bo aboriya bajêr him jî bo şertên fizîkî, ev yek şert e. Biryar hat dayîn û hin dever weke “cihên bi rîsk” hatin îlankirin. Lêbelê heta niha ti tiştek çênebûye. Nediyar e ka dê çawa pêk were jî.”
“Gêl wê nikaribe mala xwe bi xwe çêbike”
Xebatkareke şaredariyê ku nexwest navê xwe bide ji bianetê’ê re axivî û wiha got:
“Beriya erkkirina qayûmê, ji bo tespîtkirina hilweşandin û ziyanan dê şaredariyê xebatek bikira. Lê em nizanin ka dê niha çi bibe. Tê gotin ku wê Îdareya Taybert ya Bajêr xabeteke tespîtê dike. Ji ber ku biryara “cihên bi rîsk” hatiye derxistin gel nikare mala xwe bi xwe çêbike.
“Şaredariyê li dijî biryara “cihên bi rîsk” îtîraz kiribû. Lê niha qayûm hatiye erkkirin. Niha li bena pilansaziya dewletê ne. Tenê ji bo taxên Ismet Paşa û Cumhuriyetê pilansazî hatiye diyarkirin. Lêbelê ev der ciheke biçûk e û ji bilî vê jî gelek dever hatine wêrankirin û ji bo wan deran de ti tiştek li holê nîn e.
“Keseke ku vegeriyaye bajêr got ku yên ku malên wan nehilşiyaye vediherin. Lê yên ku venagerin bajêr jî malên wan bi temamî hatine hilşandin. Ji ber vê yekê kes hêvî nake ku gel bi zêdeyî vegere bajêr.
(NV/YO)