Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Operasyonên leşkerî yên li çoltarên navçeya Elkê, Qileban û navenda Şirnexê berdewam dikin. Di dema van operasyonan de di navbera endamên PKK û leşker û cerdevanan de şerekî dijwar diqewime.
11 herêmên navçeya Qilebanê yên di 27ê Tîrmehê de çûn û hatina wir hatibû qedexekirin, bênavber tên bombebarankirin.
Li gorî nûçeya MAyê, cenazeyên 7 kesên di demên cuda de can dane, birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gorî heman nûçeyê, ew cenaze yên PKKiyan e û di demên cuda de can dane.
Herwiha hat ragihandin ku li herêmên operasyon lê didome şewat derketiye. Hat zanîn ku şewata li hin deveran hêj didome. (NT/FD)