Walitîya Şirnexê çûn û hatina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê çiyayên Cûdî, Gabar û Kurt û herêma Besta, Kelamemê, Donmezler, Kovankaya, Textereş, Încebeldaglari, Oymakaya û Altindaglari weke "herêmên ewlekariya taybet a demkî" ragihand.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê çûn û hatina wan herêman heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Walîtiyê ragihand ku qedexeya li wan herêman dê ji 13ê Adarê dest pê bike û heta 27ê Adarê bidome.

