Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Şirnexê aşkere kiriye ku xwenîşandan, meşên protestoyî, vekirina konan û daxuyaniyên çapemeniyê jî di nav de li navend û navçeyan heta 15 rojan hemû çalakî qedexe kiriye.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Bi armanca dabînkirina ewlehiya netewî, parastina sîstem û ewlehiya civakê, pêşî li sûckirinê bigirin, parastina maf û azadiyên giştî û kesên din, dabînkirina ewlehiya rêwî û hatûçûnê ya giştî, pêşî li bûyerên tundkariyê û her cure rewşên neyênî” li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Birêvebirina Bajaran a Hejmar 5442yê û Xala 17em a Qanûna Civîn, Meş û Xwenîşandana a hejmar 2911ê, ji 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê û pê de heta 15 rojan biryara qedexeyê standiye. (RT/FD)