bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Şirnexê helîkopterek ket, 13 leşker mirin
Li gundê Sêgirikê yê Şirnexê helîkoptereka leşkerî ketiye têlên ceyranê û li erdê ketiye. Di bûyerê de 13 leşker mirine.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gundê Sêgirikê yê Şirnexê helîkoptereka leşkerî ketiye têlên ceyranê û li erdê ketiye. Di bûyerê de 13 leşker mirine.
Serokerkaniya Leşkerî û Walîtîya Şirnexê bi daxuyaniyan eşkere kirin ku helîkopter di siet 8:55ê şevê de ketiyê têlên ceyranê û li erdê ketiye.
Rojnameya Hûrriyetê navê leşkerên mirîn eşkere kirin:
Tûmgeneral Aydoğan Aydın, Albay Oğuzhan Küçükdemirkol, Albay Gökhan Peker, Yarbay Songül Yakut, Serlîwa Koray Onay, İlker Acar, Nuri Şener, serbaz Mehmet Erdoğan, Zeki Koç, Serhat Sığınak, Abdülmuttalip Kesikbaş, Fevzi Kıral, Hakan İncekal.
Hat eşkerekirin ku Yarbaya mirî ya bi navê Songûl Yakut yekem fermandera jin a Cendirme bû.
Wêne: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.