Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şirnexê duh (11ê Çiriya Paşiyê) di encama êrîşeke bombeyî de du leşker mirine, pênc leşker jî birîndar bûne.
Li Çiyayê Gabarê dema leşker li herêmê di operasyonê de bûne, bombeya bi destan hatiye çêkirin û li ser rê hatiye bicihkirin, teqiyaye. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) êrîş ji hêla PKKyê ve hatiye kirin. Lê ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yemîn a Şirnexê bi helîkopteran yekîne şandine herêmê û li wir operasyoneke berfireh dest pê kiriye. (HK/FD)