Li Şirnexê çûn û hatina li 14 herêman hatiye qedexekirin
Bi biryara Walîtiya Şirnexê, 14 herêm weke “herêmên taybet ê ewlekariyê” hatine ragahindin.
![Li Şirnexê çûn û hatina li 14 herêman hatiye qedexekirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/727/original/Adsız_tasarım_-_2023-06-01T160508.288.jpg)
Fotograf: MA
Li Şirnexê çûn û hatina 14 herêman haiye qedexekirin. Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandiye û tê de biryar ragihandiye.
Li gorî vê biryarê li navenda bajêr û navçeya Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elbakê li ser hev 14 herêm ji çûn û hatinê re hatine qedexekirin.
Walîtiyê destnîşan kiriye ku Çiyayê Cûdî, Besta, Tanîn, Çiyayê Gabarê, Kureşîn, Girê Çolya, Kêla Memê, Geliyê Serînê, Girê 2088an, Mezraya Su, Çiyayê Altin, Çiyayê Încebel, Oymakaya û Herêmên Tanînê weke “herêmên taybet ên ewlekariyê” hatine ragihandin.
Biryara qedexeyê heta 14ê Hezîranê wê di meriyetê de be.
Herêmên navborî, demeke dirêj e gelek caran ji bo 15 rojan tên qedexekirin. (FD)