Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê 6 herêm ji çûn û hatinê re qedexe kir û weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Qedexe wê heta 19ê hezîranê bidome.
Walîtiya Şirnexê li navçeya Elkê 6 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand û têketin û derketina van herêman li welatiyan qedexe kir.
Walîtiyê bang kir ku tu kes bêyî destûrê neçe van herêman.
Herêmên hatine qedexekirin ev in: Berê Derya, Mehrê, Textereş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla û Kato Jîrka.
Qedexe dê heta 19’ê Hezîranê bidome.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.