Li Şirnexê 5 herêm ji bo 9 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Şirnexê, 5 herêm weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” ragihandin û ketin û derketina wan herêman ji bo 9 rojan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê 5 herêmên di nava sînorê navçeyên Elkê û Basayê de weke “herêmên ewlehiya taybet” ragihand.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, pêşîgirtina li sûcan, parastina maf û azadiyên kesên din, parastina ewlehiya giştî, pêşîgirtina li bûyerên tûndkariyê.
Biryar li gorî Qanûna Herêmên Ewlekariyê û Herêmên Qedexekirî yên Leşkerî ya bi hejmar 2556 û Qanûna 11emîn ya Rêveberiya Bajarî ya bi hejmar 5442an hatiye girtin.
Walîtiyê da zanîn ku herêmên Dîlekyolu, Tuzluca, Ayranci, Çiglica û Kato Jîrkayê hatine qedexekirin û qedexe wê ji 27ê Hezîranê heta 5ê Tîrmehê bidome.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.