Bi hêceta ku beşdarî çalakiyên ji bo Rojavayê bûne li gelek bajaran operasyon pêk hatin û di encamê de gelek kes hatin desteserkirin û girtin.
Şirnex
Li Şirnex û navçeyên wê ji 13ê Kanûna Paşîn ve bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Rojava hatin li dar xistin bûne hatine girtin derketiye 33an. Li gorî nûçeya Ajansa Welat ji wan kesên hatine girtin 19 jê zarok in.
Her weha ji wê rojê ve herî kêm 65 kes hatin desteserkirin. Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç ê di 14ê Kanûnê de li navçeya Cizîrê di dema çalakiyan de bi hinceta ku karê xwe yê rojnamegeriyê dikir hatibû desteserkirin. Piştre biryara girtina wî hatibû dayîn û 16 roj in di girtîgehê de tê ragirtin.
Gever-Colemêrg
Li Geverê, navçeya Colemêrgê, duh (2ê Sibatê) polîsan di saetên êvarê de bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku bi îddiya ku “propagandaya rêxistinê kirine” 20 kes desteser kirine. Kesên hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê ya Geverê.
Pirsûs-Riha
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê têkildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li Qada Pirsûsê duh çalakiya meşê li dar xist.
Her weha girse rastî astengiya polîsan hat. Polîsan êrişî girseyê kirin 4 jê zarok, 12 welatî desteser kirin.
Diyar bû ku kesên desteserkirî birine TEM a Rihayê.
Navê kesên hatinê desteserkirin wiha ne:
“Mehmetşah Karatay, Ronî Xeîl, Fatma Taş, Bekir Polun, Talat Demîrbîleklî, Ferhat Çevrîm, Metîn Yildirim, Yusuf Kiliç, Îbrahîm Kiliç, Ahmet Arslan, Mehmet Arslan û Yusuf Okten.”
Ciwanên enternasyonalîst
5 ciwanên enternasyonalîst yên ku ji bo piştgiriya Rojava hatibûn herêmê li Amedê hatin desteserkirin. Hate zanîn ku ciwanên hatine desteserkirin dê bên dersînorkirin.
Li gorî nûçeya MAyê ciwanan dê bişînin Stenbolê û li wir dersînor bikin.
Mûş
Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk li Mûşê bi sedan kes li navenda bajêr li hev kom bibûn. Di çalakiya ku bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re hat lidar xistin de Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axaftinekî kir û gel piştevaniya xwe ji bo Rojava diyar kir.
Piştî daxuyaniyê polîsan hewl da pêşî li belavbûna girseyê bigire û gotin “Hûnê yek bi yek belav bibin.” Girseya ku nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da bi berzkirina dirûşmeyan xwest bimeşe. Li ser vê yekê polîsan êrîş bire ser gel. Di encama êrîşê de 2 kes ji hêla polîsan ve bi êşkence û lêdanê hatin binçavkirin.
Polîs paşî kolan bi barîkatan dorpêç kir û rê li ber rojnamevanan girtin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, MA

